DOLAR 32,1942 0.12%
EURO 34,9142 -0.17%
ALTIN 2.495,09-0,30
BITCOIN %
Ankara
26°

AÇIK

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

73 okunma

Dil bû Beyto ji rih re Can: Gelo tu çima şiyar nabî?

ABONE OL
24 Eylül 2023 01:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Hin dem û wext henin ji destpêkê û heta dawiya jiyanê bi te re dijî. Ewil e, saf e û ti car nayê jibîr kirin. Hin tişt henin li cem te bersiva wê tineye û tu bikî nekî wê bersivê nikarî peyda jî bikî. Di nav pirsên bêbersiv da wek zivistana reş û cemed hêviya bihara şîregermî dikî. Hema te dî stranek, melodiyek, dengek ji kûrî va, bişîrinek… Ji bilî wê nêrînê ku nay gotin û nay teswîr kirin çaxê tu li ser rûyekî dibîni, bersiva hemû pirsên te dide dest. Cara ewile ku em ketine tora evîna bêbav û dijwar.

Temenê min derdora 15yê ye. Bo min her tişt nû ye û serdemek li ber kendalek bêtirs meşandinê ye. Destpêka lîseyê ye. Pola 9ê ye. Berêvarê ye. Tenefusa dawî, ez bi çend hevalên xwe re di bin baran û firtûneyê da li pişt dibistanê li quncigek cixareya boçik sor, dor bi dorê em duyê wê dikşînin cîgera xwe. Agirê cixareya boçik sor bi hilmên me yê wehşî dişîbiya rêyek teng û dirêj û ji agir hatiye çêkirin. Di wê tofan û baranê da li ber me keçikek bejin dirêj derbas bû.

Zerik bû. Li ser hinarokên wê çend pizikên sor hebûn. Rêçûna wê agresif bû. Di bin çavên xwe re li me nêrt û bi lez derbas bû. Tabî em ecemî bûn. Di serî da îfşabûna me li ber me dê astengiyên dijwar vekirina. Yanî hê nû me gotiye bismillah! Di rojên ewil da naskirina me ya li hemberî mamosteyên nexweş û memurên dewletê ewê encamek baş derneketa. Bi vê tirsê me cixareya xwe damirand. keçika ku me dîbû, em bidizîka li pey wê çûn. Ka ewê mamosteyê li korîdoran nobedê digirtin re tiştek bêje an ewê berê xwe bide odeya midur.

Keçik rasterast ket sinifa xwe. Em jî bi dilek rihet ketin dersa xwe. Jixwe çi bû ji wê gavê destpêkir, her roj dilop bi dilop diniqutiya bîra dilê û hişê min. Deqe wek nexweşîna qanserê/penceşîrê hemû şaneyên min dagir dikir. Êdî xelasî tinebû. Ez ketibûm tûrikê êşa evînê. Tiştek wisaye ku tu soberiyê nizanî lê tu xwe bêhiş û bêtirs davêjî nav deryayê. Evîn encamê hesap nake, tik û tenê fermana bijî, dide ber te. Erê, li ber me çolên eraban tinebû bo em bibin mecnûn. Li pêşiya me çiyayên dijwar tinebû ku em qul bikin û derbas bibin. Ger hûn bêjin evîna ewil çî ye, ezê bersiva xwe di sitrana Beytocan da bi risteyek rast bikim; “Evîna te min dîn kir ”. Û meriv carkî dîn bibe, yên din bayê payîzê ne û tava bihara şîregermî ye…

Di wextek wisa da dengê Beytocan gihişt hawara min. Derd li ser derdan mezin kir, lê min bervî hîçbûnê va nebir, alîkariya nasîna min kir. Armanca min hinek dilê harbûyî rawestandin bû ka ezê ji kû va zanibûma di hiş da hêdî hêdî hêlîna xwebûnê dê ava bikira. Piştî çûndînê te Seydayê dilan, rojên ku min dest bi guhdariya te kir li ber çavên min kîte bi kîte derbas bû. Ev hevok piştî bîst û sê sal bêhemdî xwe ji lêvên min weşiya; “Ê herî ezap û azar di wextekî da meriv ji yekê gelek hez bike bibenebe meriv xwe jibîr dike û hay ji qiymeta xwe nabe”.

Sewda xwe jibîr kirine. Har û dînbûnê di serda bê, wêrekiyek wisa bixwe re tîne ku ne ferman ne qral ne jî eşir nas dike. Di serdemek wisa da Beytocan bi dengê xwe yê nerm û efsunî bi min re rêhevaliyek kir. Çimkî vegotina wî meriv dibir û dikir nav reştariya sewdayê. Lê hezkirina welat û bi peyamên hişyarbûnê jî li ber min rê vedikir. Wek ev risteyên ku emê bixweynin; hem rexneyê bar kiriye ser milên xwe hem jî peyama ku hunermend dide, ji kû derê bang dike bo nêrîn û tevgirtina wî ya destnîşan dike gelek muhîme; “Te xwendiye bi çi zimanî/Gelo çima şiyar nabî”. Ev riste ji sitrana “Her tişt vir e” û hunermend didomîne; “Rabe ji xewa xefletê/Guh mede mal û serwetê”.

Dewlemendiya herî mezin xwedî derketina welat û çanda xwe ya qedîm e. Lê mixabin di bin kapîtalîzma wehşî û ê bêbav da kes li rûyê kesî nanêre. Risteya, gelo tu çima şiyar nabî, ji kê û kî re dibê? Bêşik şîrek û hevkarên serdestan û memurên di welatê me de hespên xwe dajon re dibêje. Dîsa kilama wî ya bi navê “axîna te nalîna min” de em dibînin ku ne tenê nivîsiye û stiriye, di hunera xwe de zîrekbûna wî jî tê dîtin. Sitrana ku afirandiye hêla wateyê da qat bi qat e. Sewda heye, civak heye û guhdarvanên ezîz re pirsek dike; “Gelo çima hûn serdest in/Em bindest in li vê dinê”.

“Ka delala min bidin min/Min bi tiştan nexapînin”. Beytocan robarek agir bû ji rihê har û dîn re tehm û derman bû. Bi deng û risteyên xwe valahiya di rih da peyda dibû, xweş lê bi êş tije dikir. Navê hunermend hesret û gurbet bû di ser da evîna welat bû awaz û nîşeneya wî. Li ser hespek çargavî bi muzîka xwe hemû esmanên welat geriya û ev ger bênavber ewê bidome. Dil vekirî bû, dilnizm bû û ji welat û gelê xwe hez dikir. Hezkirinek ne yek alî bû gelê wî jî jê hezdikir. Çaxê herkes vedikişiya odeya xwe, kaseta Beytocan dianî ser teybê û bi dengê wî yê herikbar di xew re diçûn. Di her qada civakê da dihat guhdar kirin. Çimkî Beytocan rihê civaka xwe ya bindest bû. Çawa digot û distriya wisa jî jiya. Hin stranbêj ên xav îro em temaşe dikin bûne qurbana egoyên xwe. Beytocan bêbersiv û bêmenfaat hunera xwe kiribû xizmeta gel. Ewê her tim bi rêzdarî û qedir bilindî were nasîn.

Di zindanan da bi salan bi rêhevalên xwe re berxwe da. Ji Beytocan ditirsiyan. Ji ber ku di destê hunermend da çekek ji gulle û topan bihêztir û bibandor hebû… Wek her ferdê gelê xwe di bin zordestî û îşkenceyan da bêdilê xwe berê xwe da kolanên Ewropayê û li vir hunera xwe domand, afirand û rojek gazînek jî nekir. Herê çaxê vegeriya mala xwe ya Diyarbekir dilşikestî vegeriya. Li gurbetê êşiya bû. Ka kî û kê bi çi awayî wî êşandibû em nizanin û rojek viya neanî ser ziman. Çimkî Beytocan ji mizamiza populerbûnê xwe dûr xistibû; ev destnîşana hişê hunermendê me dike ku ew qas ji xwe û hunera xwe bawer bû. Gavek ji armanca xwe ya azadiyê û serbestbûnê paşva neavêt.

Seyda Beytocan şoreşgeriya hunerê dikir û li ser vê esasê jî bi zîrekî meşiya. Strana wî ya bi navê “Hawar Delal”ê bi surealîstbûna xwe ji hemû kilamên wî vediqetiyan. Seyda dibêje; “Textek çêkin ji hewayê/Şîbak lêdin ji qeshayê/Horî bînin ji wê dinyayê/Dîsa sebra min bê te nayê”. Dinyayek bi baskên hezkirinê va û ji xiyalan pêkhatî li aliyê din dinyayek ling wê li erdê.

Beytocan bo min du serdem hêma dike. Yek bi dengê xwe yê ji gurçik û dil yên din jî li hemberî dijminên gel bi hunera xwe bo hişyarkirinê bikaranî û jiyanek ji serî heta binî rûmetwer jiya. Di strana xwe ya “zinga zinga dilê min/Bîst û yekê adarê” da dibêje “doza min û te yek e were şerê xwe bike”. Tenê ne şoreşî, rexneyan jî di stranên xwe da bang dike; “hevale minê dilovan îro buyî çîrokvan” û “şiyar bibe ji xwe re”. Sî-çil sal berê ev risteyan hatibûn gotin lê mixabin îro partî û tevgerên kurdan li ber şerek navxweyî ne. Gelê kurd ji şebekeyên îhanete re dengek xurt dernexin emê dîsa vegerin serî belkî jibinî têk biçin. Ezê nivîsa xwe bi gotina hunermend Beytocan bi dawî bikim; “Gelo tu çima hişyar nabî”.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş